Cihan di nava bêçaretiya belavbûna vîrûsa Corona de ye

Vîrûsa Corona ku heta niha derbasî zêdeyî 3 milyon û nîv bûye, heta niha dawî li jiyana nêzî 250 hezar kesî aniye.

Amarîka ya ku li pêşberî vîrûsê herî zêde berdêlên giran dayî dixwaze hêviya gel ya ji xelasbûna vê rewşê xurt bike. Serokê Amrîka Trump diyar kir ku heta dawiya salê wê derziya li dijî vîrûsê çêbikin.

 

Vîrûsa ku ji herêmek ya Çînê derketî niha tevahiya cihanê daye ber xwe.

Ev vîrûsa ku konê xwe li Amerîka daniye, bi carekê welat aniye ber bi hilweşînê ve.

Amarîkiyên ku êdî dixwazin li jiyana xwe ya normal vegerîn li dijî hikumetê rojane çalakiyan lidar dixin.

Serokê Amrîka Donald Trump jî rojane derdikeve pêşiya çapemeniyê û dixwaze moralê gel bilind bike.

Herî dawî Trump îdîa kir ku heta dawiya salê wê derziya li dijî vîrûsa coronayê çêbikin.

Di heman demê de wezîrê tenduristiyê yê Almanyayê jî got, çêkirina derziyê dibe ku bi salan bidome.

Li parzemîna Amarîka yek ji bajarên herî zêde ji vîrûsê bandor bûyî jî New York e.

Karkerên tenderûstiyê li bajêr merasîmek ji zilamekê 66 salî re ku bi dilxwazî tevlî nava karkerên tenderûstiyê bûyî re çêkir.

Brezîlya gorên komî ji qurbanên vîrûsê çedike

Li parzemîna başûrê Amerîka jî vîrûs bi lez belav dibe.

Brezîlya ya ku dixwaze çareserkeyê ji vîrûsê re bibîne li hemberî lez vîrûsê bêçare maye.

Heta niha li welêt zêdeyî 100 hezar kes bi vîrûsê ketine û 7025 kes jî mirine.

Bi vê jimarê re Brezîlya di lîsteya pêketiyên corona de cihê xwe di rêze 7’an de digre.

Bijîşk jî dibêjin jimara rastî 15 car ji daneyên hatine ragihandin zêdetire.

Bijîşk vê yekê jî dispêrin wê ku tenê kesên rewşa wan pir xirabe têne fehiskirin.

Brazîlya bêçaretiya xwe ya li pêşberî vîrûsê bi kolana gorên komî nîşan dide.

Daneyên dawî li ser dîwaran hat xêz kirin

Wisan xuyaye ku ev yek jî bi têra Brazîliyan ne kiriye ku heta daneyên kesên ji ber vîrûsê dimrin li ser tabela û dîwaran dinivîsin.

Jiyan li Spanya normal dibe

Piştî parzemînên Amerîka parzemîna herî zêde ji ber vîrûsê berdêl da, Ewropa ye.

Spanya ku di rêza duyemîn ya lîsteya qurbanên vîrûsê de ye, dest bi sivikirina biryarên qedexeya derketina derve dike û jiyan li kolanan asan dibe.

Tevî sivik kirina tedbîran kolanên îtalya valane

Li welatê cîranê Spanya Îtalya jî her çiqasî biryarên sivikûbna nederketina derve hatine ragihandin jî lê ji bilî polîsan ti kes li kolanan xuya nakin.

Rûsya qesrek veguherandiye nexweşxane

Li gorî tê xuyakirin Rûsya berdêleke giran ji ber vîrûsê da û dide.

Moscow qesra Krylatskoe Ice ku her sal bi sedan turîsim lê kom dibû, ji ber hejmarên mezin yên bi vîrûsê dikevin veguherand nexweşxaneykê.

Vîrûs 3 milyon û nîv derbas kir û ya miryan jî nêzî 250 hezarî dibe

Heta niha li seranserî cîhanî zêdeyî 3 milyon û nîv bi vîrûsa corona ketine û jimara miriyan jî nêzî 250 hezarî dibe.

Back to top button