Beşar El-Esed, ji ber xeteriya Coronayê, hişyariya karîsetekê da

Serokê hikûmeta Şamê, Beşar El-Esed, ji ber xeteriya vîrûsa Coronayê, hişyariya karîsetekê da.

Îro duşemê, Beşar El-Esed, têkildarî rewşa dawî ya vîrûsa Coronayê bi berpirsên hikûmetê re civiya.

El-Esed, di civînê de got:

“Ev hejmarên biçûk ên kesên ku bi vîrûsê ketine, dibe ji nişka ve biteqin.

Dibe em xwe di roj û heftiyên bê de, li pêşiya karîsetekê mezin bibînin, ku em nikarin xwe jê xilas bikin.”

Serokê hikûmeta Şamê, Beşar El-Esed, destnîşan kir ku divê kesek hesab neke ku ev xeterî derbas bûye û divê her kes bi baldarî nêzî mijarê bibe.

Di aliyê aboriya Sûriyê de jî, Beşar El-Esed, anî ziman ku tişta welat li neh salên borî de dîtî nagihêje qasî tişta di heftiyên borî ya di encama vîrûsa Coronayê de rû dayî.

Li gorî tenduristiya hikûmeta Şamê, heya niha li giştî welêt 44 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, ji wan 3 mirine û 27 kes sax bûne.

Back to top button