
Têkildarî gefên Erdogan ên li dijî herêmên Bakurê û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyaniyeke weşand.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî di daxuyaniya xwe gefên Erdogan şermezar kir wiha got:
“Armanca Erdogan ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, armanca wê têkbirina yekitiya axa Sûriyê ye.
Her wiha Dewleta Tirk rewşa ewlehiyê ya ku gelê Sûriyê li Rojhilatê Firatê dijî, armanc digre.”
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe bang li civaka navnetewî kir ku li dijî planên Erdogan ên dijminahî helwest bidin.
Her wiha bang li hikumeta Sûriyê jî kir ku helwestekî fermî li dijî van gefan nîşan bide.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî di dawiya daxuyaniya xwe wiha got:
Em wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê seferberî radighînin û bang li hemû gelê Sûriyê dikin ku bi yek destî li dijî siyasetên dagirkirinê rabin.