Corona..Li Başûrê Kurdistanê ti pêketiyên nû çênebûn

Wezareta Tendirustî ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên dawî de ti pêketiyên nû çênebûne. 

Li gorî daxuyaniyê, heya niha li Başûrê Kurdistanê 387 kes bi vîrûsê ketine,343 kes baş bûne û 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 64 kesên din mirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî, di nava 24 saetên dawî de, hezar û 614 kes bi vîrûsê ketin, 64 kesên din jî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rayedarên Tirkiyê, heta niha jimara qurbanan bû 3 hezar û 461 û ya pêketiyan 127 hezar derbas kir.

Li Bajarê Mêrdînê, gundekî din xistin bin çavdêriyê

Her wiha hate ragihandin ku “ji ber testa 8 kesan li gundê Risîn ê Mêrdînê erênî derket, gund kete bin çavdêriyê.

Beriya niha jî, 7 gundên din ên Mêrdînê di bin çavdêriyê de bûn.

Back to top button