Çete her û her bacan li şêniyên Efrînê disepînin

Di çarçoveya guhertina demografiya herêmê de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji bilî talan û wêrankirinê, her û her bacan jî li şêniyên Efrînê disepînin. 

Malpera Afrîn Post, ragihand ku “çeteyan, li navenda navçeya Cindirêsê, navên xwe li ser dikanên şêniyên resen nivîsandine û li hev par kirine”.

Li gorî Malperê, “çeteyan her wiha li hemû herêmên dagirkirî, qaşo komîteyeke aborî ava kirine, da bacan li şêniyên resen bisepînin.

Heman malperê da zanîn ku “rêveberê şîrketa avê ya dewleta Tirk ‘Ebdil Qadir El-Hafêz’ buhayê fatûreyên avê ji Kurdên li Efrînê, distîne”.

Back to top button