PDK ji bo 5 milyar dolar, aloziya Mexmûr û Zînî Wertê kûrtir dike

Parlamenterê Iraqê Serkewt Şemsedîn ragihand ku PDK û Dewleta Tirk li ser planek metîrsîdar li hev kiriye. Li gorî planê, eger Bexda û Hewlêr di mijara mûçeyên karmendan de li hev nekin, wê dewleta Tirk li beramberî Mexmûr û Zînî Wertê, 4 heya 5 milyar dolar deyn bide hikûmeta Başûrê Kurdistanê. 

Bi derbasbûna demê re, hêdî hêdî sedema dirêjkirina dorpêça li ser Mexmûr û aloziya Zînî Wertê derdikeve holê.

Têkildarî mijarê, Parlamenterê Iraqê Serkewt Şemsedîn ragihand ku ji ber vê rewşa nû, hikûmeta Başûr taybet jî PDK, 4 heta 5 milyar dolar deyn ji Tirkiyê xwestiye.

Li hember vê jî, dewleta Tirk hin mercên ewlekarî, istixbarî û leşkerî ji PDK’ê xwestiye.

Dirêjkirina dorpêça li ser Kampa Mexmûr û Aloziya Zînî Wertê jî, beşekî sereke yê van daxwazan e.

Parlamenter Serkewt herî dawî bal kişand ser metirsiya vê plana veşartî û got:

“Eger PDK vê yekê bike, wê hebûna Başûrê Kurdistanê bikeve metirsiyek cidî.

Dibe ku PDK bi vê rêyê, herêmê bixe bin hinek şertan.. ku piştre wê bi hêsanî nikaribe ji bin wan derkeve.”

Tê zanîn, ji ber ev demek hikûmeta Bexdayê mûçeyên karmendên hikûmeta Başûr naşîne, vê yekê aloziya wê ya aborî kûrtir kiriye.

Bexda, nedayîna van mûçeyan bi neşandin petrolê ve girêdide.

Tevî 2 caran şandeya Başûrê Kurdistanê ji bo wergirtina mûçeyan, serdana Bexdayê kiriye jî, lê heya niha herdu aliyan li hev nekiriye.

Back to top button