ŞERVANÊN QSD’Ê JI SEDÎ 50 BAJAROKA HECÎNÊ RIZGAR KIR

Di çarçoveya Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de herî dawî şervanan ji sedî 50 bajaroka Hecînê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û pêşketina xwe didomînin.

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe li dijî berîkên dawî yên çeteyên DAIŞ’ê dewam dike.

Di vê çarçoveyê de li navenda bajaroka Hecînê şêrê dijwar rû dide.

Çavkaniyeke leşkerî ragihand ku, şervanên QSD’ê ji sedî 50 bajarok Hecînê rizgar kirin.

Her wiha dîmenek ji nava bajaroka Hecînê gihişt destê me.

Di dîmen de diyar dibe ku, şervanên QSD’ê bazara sereke ya bajaroka Hecînê rizgar kirine.

Leave a Reply

Back to top button