Her diçe, dewleta Tirk xwe li Idlibê wenda dike û duh dîsa Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gef li hikûmeta Şamê xwar ku ew ê êrîşeke nû bibin ser bakurê Sûrî.
Duh Erdogan piştî civîna parlamenê, idia kir ku ew ê li hember êrîşên ku li Idlibê berdewam dikin, bêdeng nemînin..
Tevî gefên dûbare yên Erdogan jî, lê hêzên rejîmê bi desteka Rûsyayê rûberek berfireh û herêmên girîng, jê rêya M4, bi dest xistin.
Her ku hikûmeta Şamê li herêmê serwer dibe, aloziya di navbera dewleta Tirk û çeteyên wê de kûrtir dibe.
Yekem car dewriyeyeke hevbeş a Rûsî-Tirkî li riya m4 rûbereke dirêj digere
Lê hemwextî gefên Erdogan li bejahiyên başûrê Idlibê şerekî giran di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de rû dida.
Li aliyekî din û di çarçoveya agirbesta Putin-Erdogan a 15’ê Adarê, Rûsya û dewleta Tirk dewriyeke hevbeş li ser riya M4 pêk anîn.
Çavdêriya Sûrî ya Maêfn Mirov ragihand ku dewriye ji gundê Tirnibe dest pê kir û li gundê Misêbîn li bajarê Erîhayê bi dawî bû.
Hêjayî gotinê ye ku ev dewriyeya 8 emîn e ku aliyên navborî pêk tînin.
Her wiha ev yekem car e ku dewriye wisa li rûbereke berfireh digere.