Rêxistina Medico ya Swîsrî û şaredariya Ziyûrix, xezanên avê û dermanên paqijiyê ji koçberên kampa Waşokanî a bajarê Hesekê re şand.
Heyva Sor a Kurd diyar kir ku “bi alîkariya rêxistina Swêsrî, zêdetirî 25 hezar koçber dikarin ji van alîkariyan sûd bigirin û wê jimareke xezanên avê jî li kampê werin danîn.
Alîkarî ji alavên paqijkirin û pakkirinê pêk tên.
Tê zanîn ji ber êrîşên Dewleta Tirk, Kampa Waşokanî li Hesekê hat avakirin û niha bi qasî hezar û 700 malbat lê bi cih bûne..