Li Somalya..Balafireke alîkariyan ket xwarê

Li Somalê balafireke alîkariyên ji bo vîrûsa Corona ket xwarê û 6 kesan jiyana xwe ji dest da. 

Berpirsekî ewlehiya Somalyayê ragihand, balafir li devera Bay ya li başûrê welêt, li nêzî balafirgeha Bardal ket xwarê.

Heman berpirsî diyar kir ku balafir girêdayî kompaniya ‘African Exepress’ a hewayî ye û alîkariyên ji bo nexweşên vîrûsa Coronayê vedughestin.

Heta niha sedema ketina balafirê nayê zanîn.

Back to top button