Berdevka HDP’Ê Ebrû Gunay: Divê şandeyek biçe Îmraliyê

Bi belavbûna vîrûsa Corona li girtîgehên Tirkiyê, fikar li ser jiyana girtiyan zêde bûn, nemaze li ser rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku axaftina bi telefonê, fikaran ji holê ranake û divê şandeyek tenduristî biçe girava Îmraliyê.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, da zanîn ku ev peywendiya telefonî, bi rêbaza “tecrîdê” hatiye kirin û got:

“Divê desteyek tenduristiyê ya serbixwe biçe û lêkolînan bike.”

Gunay, anî ziman ku “ji ber ku hikumet naxwaze projeyên çareserî û demokrasiyê pêş bikevin, di polîtîkayên xwe yên şer û tecrîdê de, israr dike û her diçe vê yekê kûrtir dike”.
Mûrat Melet: Pêwîst e hevdîtina li gel Ocalan dewam bike

Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mûrat Melet jî diyar kir ku divê peywendiya telefonî ya li gel Ocalan dewam bike û bal kişand ser rewşa girtîgehan û got:” Pêwîst e hevdîtina li gel Ocalan berdewam bike.”

Back to top button