Civîna Parlamenê ya dengdana li ser hikumetê, Çarşemê tê lidarxistin

Serokatiya Parlamena Iraqê ragihand ku, civîna wê ya ji bo dengdana li ser hikumeta Mistefa Kazimî, wê sibe roja Çarşemê were lidarxistin. 

Parlamenê bi daxuyaniyekê ragihand ku civîna ji bo dengdana li ser bernameya wezarî û kabîneya hikumeta Kazimî, wê roja Çarşemê saet 9’ê êvarî dest pê bike.

Serokê Parlamenê Mihemed Helbûsî bang li parlamenteran kir ku werin civînê û beşdarî dengdanê bibin.

Li gorî destûra Iraqê, divê Kazimî beriya 9’ê Gulanê kabîneya xwe ya wezarî amade bike û di dengdanê de bi ser bikeve.

 

 

Back to top button