QSD’ê nasnameyên 4 şervanan eşkere kir

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji bêdengiya cihanê ya li ser êrîşên wê yên dagirkeriyê sudê dibîne û rojane êrîşî herêmên bakurê Sûrî dike.

QSD’ê ragihand ku di encama êrîşên dagirkeriyê yên di 30’ê Nîsanê li ser Eyn Îsayê de 4 şervan şehîdî bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şervanan ku di êrîşên dewleta Tirk a li ser gundên Eyn Îsa yê de şehîd bûn eşkere kir.

QSD’ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê heta roja îro dewam dikin.

Dewleta Tirk di êrîşên xwe de malên sivîlan jî dikin hedef.

QSD’ê anî ziman ku şervanên wan bersiva her êrîşkê didin û di encama bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk yên li ser gundên Eyn Îsa de 4 şervan piştî berxwedanek mezin gihaştin asta şehadetê.

QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina riya şehîdan dubare kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Navê Tevgerî: Dêrsim Aram
Nav û paşnav: Mehsa Ehmedî
Navê dayikê: Şerafet
Navê bav: Husên
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa, 30’ê Nîsana 2020’an

Navê Tevgerî: Haron Amed
Nav û paşnav: Haron Ayçetîn
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Abdurehman
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa, 30’ê Nîsana 2020’an

Navê Tevgerî: Kendal Koçer
Nav û paşnav: Mesûm Ogirler
Navê dayikê: Fatme
Navê bav: Qutbettîn
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa, 30’ê Nîsana 2020’an

Navê Tevgerî: Mordem Colemêrg
Nav û paşnav: Mihemed Rislan
Navê dayikê: Fatme
Navê bav: Ednan
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa, 30’ê Nîsana 2020’an

Back to top button