Şandeyek ji pêkhateyên Ol û Baweriyan berên xwe da herêma Zînî Wertê

Şandeyek ji pêkhateyên Ol û Baweriyan ên Başûrê Kurdistanê berên xwe da herêma Zînî Wertê û ji PDK’ê xwest ku hêzên xwe yên li Zînî Wertê vekişîne û nebe sedema aloziyê.

Şandeya ji pêkhateyên Ol û Baweriyan ji bo piştgirîkirina daxwazên welatiyên Dola Şawrê ya navçeya Zînî Wertê, çûn herêmê.

Şandeyê xwe gihand Binarê Zînî Wertê û ji aliyê kesayetî û welatiyên navçeyê ve hate pêşwazîkirin.

Li ser navê şandeyê Oldar Mele Nadir axivî û bang li PDK’ê kir ku hêzên xwe yên li Zînî Wertê vekişîne ku nebe sedema aloziyê.

Oldar Mele Nadir destnîşan kir ku divê hêz ji bo bajarê Kerkûk, Celewla û Xaneqîn werin şandin, ku metirsiya DAIŞ’ê li wan cihan hene.

Her wiha Mele Nadir anî ziman ku divê ti hêz Zînî Wertê neke navendeke îstîxbarî ji bo dewleta Tirk a dagirker.

Back to top button