Parlamenter Kakabaveh pêşnûmeyek bir rojeva parlamentoya Swêdê

Ji ber binpêkirinên dewleta Tirk ya welatên cîran her di rojeva cihanê de ye. Herî dawî Wezîra Derve ya Swêdê, Anna Lînde ji ber binpêkirinên dewleta tirk yên li Iraqê û kuştina 3 jinên ji wargeha Mexmûrê bang li hikumeta xwe kir ku li gorî hiquqên navnetewî tev bigere.

Parlementera Sosyalîst Amîneh Kakabaveh li ser Oparsyonên dagirkeriya dewleta tirk yên li Başûrê Kurdistanê û dîsa kuştina 3 sivîlan a li Kampa Mexmûrê pêşnûmepirsek biribû rojeva parlementoya Swêdê.

Kakabaveh di pêşnûmeyê de banga Netewên Yekbûyî kir ku şer bidin rawestandin û zextê li herkesî bikin ku agirbestê pêk bîne.

Kakabaveh anî ziman ku tevî banga Netewên Yekbûyî Tirkiye êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê didomîne û li Kampa Mexmûrê jî 3 jinan jiyana xwe ji dest da.

Parlementera Sosyalîst Amîneh Kakabaveh daxwaz ji Wezîra Derve ya Swêdê Ann Lînde kiribû ku divê Swêd êrîşa li ser Mexmûrê şermezar bike û mijarê li YE û NY nîqaş bikin.

Anna Lînde: Divê hemû welat rêzê ji serxwebûna Iraqê re bigrin

Lînde ya bersiva pêşnûmepirsê da, diyar kir ku xirabûna têkiliyên dewleta Tirk ya hem li hundir û hem li derve ya li gel komên Kurd pir fikaran bi xwe re tîne.

Lînde destnîşan kir ku gelek caran bi xwe daxwaz kiriye ku li Tirkiyê pêvajoyeke aştiyê ya dorfireh û bi bawer destpê bike û wiha got:

“Ev yek wê ne tenê ji bo Tirkiyê heman demê wê ji bo hemû herêmê rê li ber pêşketinên mezin veke.”

Lînde anî ziman ku divê hemû welat rêzê ji serxwebûna Iraqê re bigrin û ev yek ji bo Tirkiyê jî derbasdar e.

Back to top button