Lîbya..Artêşa Niştimanî êrîşeke Wîfaqê li rojavayê welêt şkand

Şerê li Lîbyayê di navbera Artêşa Niştimanî ya bi serkêşiya Mûşîr Xelîfe Hefter û hikûmeta Wîfaqê ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digre, dewam dike. Herî dawî jî Artêşa Niştimanî êrîşeke mezin ya Wîfaqê li rojavayî welat şkand.

Artêşa Niştimanî ragihand ku hêzên hikûmeta Wîfaqê bi piştgiriya çeteyên Sûrî û bi desteke balafirên dewleta Tirk êrîşeke berfireh li ser baregeha El-Wetiya ya Asîmanî li rojavayê welêt pêk anî.

Artêşa Niştimanî teqez kir ku êrîş hat şkandin, gelek çete hatine girtin û 5 maşîneyên leşkerî jî hatine teqandin.

Her wiha Artêşa Niştimanî eşkere kir ku ji bo pêkanîna operasyonekê ser bajarê Terhûnayê, dewleta Tirk tevî alav û çekên pêşketî bi hezaran çeteyên Sûrî bi keştiyan veguhestine Lîbyayê.

“Ji 7 hezar û 850 çeteyên Sûrî ku gihane Lîbyayê, 261 hatine kuştin”

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan îro ragihand ku heta niha 7 hezar û 850 çeteyên Sûrî bi riya dewleta Tirk gihane Lîbyayê, ku ji wan heta niha 261 mirine.

Back to top button