Çeteyan bi ser gundê Şorbe yê Mabata de girtin û 4 sivîl revandin

Li Efrînê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên qirêj li dijî sivîlan didomînin. Çete bi ser gundê Şorbe ya navçeya Mabata girt û 4 sivîl revandin, li navçeya Cindirêsê jî çete dikanên kurdan li hev parve kirin.

Çalakvanên herêmî diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ser gundê Şorbe yê navçeya Mabata ya Efrînê girtin.

Çete hejmarek ji sivîlan reavndin ji wan :
Hesen Bêrem
Idrîs Sîdo Cefer
Reşîd Mislim
Mihemed Slan Umer

Çete dikanên şêniyên navçeya Cindirêsê li hev parve dikin

Li aliyek din çalakvanên herêmî diyar kirin ku li navenda navçeya Cindirêsê, çeteyan dikanên şêniyên resen li hev par kirin.

Her weha jî şîrketa avê ya dewleta Tirk bi riya çeteyan buhayê fatûreyên avê ji Efrîniyan, distîn.

Back to top button