Li Iraqê 85 kesên din bi Coronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku di 24 saetên dawî de 85 kes bi vîrusa Coronayê ketine û 27 nexweşên Coronayê jî baş bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê daneyên dawî yên têkildarî vîrusa Coronayê parve kir.

Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawî de 5 hezar û 898 test pêk anîne, di encama van testan de derketiye holê ku 85 kes bi vîrusa Coronayê ketine, her wiha 27 nexweşên Coronayê jî baş bûne.

Di dawiya daxuyaniyê de jî hat ragihandin ku li Iraqê heta niha 2 hezar û 431 kes bi Coronayê ketine, ji wan hezar û 571 kes baş bûne û 102 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button