Çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Mexmûrê êrîşî artêşa Iraqê kir

Çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Mexmûrê êrîşî artêşa Iraqê kir, her wiha ji bo destek dayînê, hêzên pêşmerge jî berê xwe da herêmê.

Îro di saetên şevê de çeteyên DAIŞ’ê li nêzî navçeya Mexmûrê êrîşî leşkerên Iraqê kir.

Li gorî çavkaniyên herêmî, dema çeteyan êriş kir, hêzek ya pêşmerge jî li nêzî deverê bû û bi hewara leşkerên Iraqê de çûn.

Têkildarî encama şer rûdayî ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Back to top button