Artêşa niştimanî ya Lîbyayê êrîşek şikand, 40 Çete hatin kuştin

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku wan êrîşeke çeteyên dewleta Tirk li ser baregeha el-Wetiya ya leşkerî li rojavayê Terablusê şikand..

Duh, Navenda ragihandina Artêşê diyar kir ku “sibeha Sêşemê li gel parastina asmanî ya Tirkî, çeteyan hewl dan êrîşî baregehê bikin, lê Artêşê karîbû vê yekê bişkîne..

Di encamê de, nêzî 40 çeteyî hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn, her wekî 40 jî hatin dîlgirtin”.

Duh jî Navenda Çavdêriya Sûrî ragihand ku “qefleke nû ku –ji sedan çeteyên Sûrî pêk tê–, ji Tirkiyê gihaşt Lîbyayê.

“12 Termên çeteyan gihaştin herêmên sûrî yên dagirkirî”

Li gorî bîlançoyên Çavdêriyê, heya niha 7 hezar û 850 çete di nav de çetene biyanî, hatine şandin..

Her wekî jimara kesên hatine leşkerkirin jî 3 hezar derbas kiriye..

Di heman çarçoveyê de, navendê kuştina 261 çeteyî li Lîbyayê belge kir û da zanîn ku herî dawî 12 term ji wir gihaştin herêmê Sûrî yên ji aliyê dewleta Tirk ve dagirkirî..

Back to top button
Close
Close