PENTAGON DEWLETA TIRK ŞIYAR DIKE

Beriya çend rojan serokê dewleta Tirk gefa êrîşkirina herêmên bakur-rojhilatê Sûrî xwar.

Lê Wezareta Parastinê ya Emerîkayê ‘Pentagonê’ Erdogan şiyar kir û diyar kir ku êrîşeke bi vî rengî ‘Nayê Qebûlkirin’.

Ev yek di wextekê de tê ku Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ber bi dawiyê ve diçe û çeteyên DAIŞ’ê li bêrîka dawî ya rojhilatê Firatê dawî dibin.

Beriya çend rojan serokê dewleta Tirk gefa êrîşkirina herêmên bakur-rojhilatê Sûrî xwar.

Hemwextî wê Wezareta Parastinê ya Emerîkayê ‘Pentagonê’ duh daxuyanî dabû û gotibû;

“Me çêkirina nuqteyên çavdêriyê li ser sînorên bakur-rojhilatê Sûrî temam kiriye.”

Îro jî Pentagonê daxuyaniyeke din da, Erdogan şiyar kir û diyar kir ku êrîşeke bi vî rengî ‘Nayê Qebûlkirin’.

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Emerîkayê Shaun Robertson têkildarî mijarê axivî û wiha got:

“Ti êrîşek ji ti alî li ser herêmên bakur-rojhilatê Sûrî nayê qebûlkirin.”

Duh Rêveberiya Xweseriya Demokatîk a bakur û rojhilatê Sûrî seferberî îlan kir.

Ev yek di wextekê de tê ku qonaxa dawî ya pêngava bagera cizîrê ber bi dawiyê ve diçe.

Niha şer li berîka dawî ya çeteyên DAIŞ’ê didome.

Şervanên QSD’ê zêdetirî 50 ji sedî ji bajarok Hecînê rizgar kirine û heta niha bi hezaran sivîl derbasî herêmên bi ewle kirine.

Li gorî çavdêran; dewleta Tirk her ku şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ber bi dawiyê ve diçe, daxuyaniyên bi vî rengî dide û nefesê dide DAIŞ’ê.

Daxuyaniyên Erdogan li dijî serweriya welatekê cîran e, lê hikumeta navendî ya vî welatî ti daxuyanî nedaye.. Çavdêr vê weke durutiyeke mezin bi nav dikin.

Leave a Reply

Back to top button