NY ji bo astengdaran bang li hikumetan kir

Li cîhanê, ji bo parastina milyarek astengdar ji vîrûsa coronayê, Sekreterê Giştî yê (NY) Antonio Guterres, bang li hikumetan kir ku tedbîran werbigirin.

Guterres bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku astengdar ne tenê bi vîrûsê re rû bi rû ne û wiha got:

“Ev mirov di demên asayî de jî ji aliyê perwede, dermankirin û kar ve, gelek zor û zehmetî dikişandin, vîrûs jî dibe sedema gefên nû .”

Sekreterê Giştî yê “NY” bang li hikumetan kir ku astengdaran bixin navenda jinûve-avakirinê û navendên li dijî vîrûsê.

Her wiha Guterres bang kir ku mafên astengdaran ên wekheviyê jî misoger bikin.

Back to top button