Leyla Guven: Dîrok, ên ku zilm li gel kirine, efû nekiriye

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven nerazîbûn nîşanî êrîşên herî dawî yên dewleta Tirk li ser goristanên gerîlayên HPG’ê da. Lelya Guven diyar kir ku dîrok ti carî zilma dewleta Tirk li gel kiriye, efû nekiriye û got: “Axîna dayîkên ku li ber hestiyên zarokên xwe nobedê digirin, wê di stûyê AKPê de bimîne.” 

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker dema dawî li gelek deverên Bakurê Kurdistanê êrîş birin ser goristan û cenazeyên gerîlayên HPG’ê.

Ev yek jî di nava raya giştî de cih girt û bû sedema nerazîbûnan.

Hevseroka (KCD) Leyla Guven ji wan kesên bertek û nerazîbûn li hemberî hovîtiya dewleta Tirk nîşan da ye.

Leyla Guven got:

“Eger hûn dixwazin welatekî nas bikin, li şêweyê mirina mirovên wî welatî binerin”.

Niha li Kurdistanê, polîtîkayeke hovane li dijî goristanan tê meşandin.

Veşartina miriyan ne tenê rewşeke hiqûqî ye, di heman demê de exlaqî û wijdanî ye.”

Leyla bi bîr xist ku li gelek cihan 7 caran goristan hatin xerakirin û diyar kir ku dewamkirina tundiyê piştî mirinê jî cihê êşê ye.

Hevseroka KCD’ê anî ziman ku van polîtîkayên dewleta Tirk wijdanê gelan birîn kiriye û dixwazin hêviya aştiyê tune bikin.

Leyla Guven destnîşan kir ku li şûna çareseriyeke bi rêbazên demokratîk û mayînde, hewldaneke bi vê rêbazê bi kêrî kesî nayê û got:

“Yên ku van polîtîkayên zilmê dimeşînin bila zanibin ku dîrokê ti carî yên zilm li gel kirine, efû nekiriye. “

Back to top button