LI LICÊ, PASÛR Û FARQÎNÊ QEDEXEYA DERKETINA DERVE HAT RAGIHANDIN

Qedexeya derketina derve ji aliyê hikumeta faşîst a AKP’ê ve di van demên dawî de zêde bûye.

Li ser 21 taxên Licê, Pasûr û Farqînê yên Amedê operasyona dagirkeriya leşkerî hate destpêkirin û qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Li ser 21 taxên navçeyên Amedê, Licê, Pasûr û Farqînê saet 6’ê vê sibehê qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Qedexe gundikên bi ser taxan ve jî vedihewîne.

Li herêmê beriya ku qedexeya derketina derve were ragihandin operasyoneke leşkerî ya bi tevlîbûna yekîneyên taybet dest pê kir.

Hêjayî gotinê ye ku zext û zordariya AKP’ê li ser gel bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî re bi her awayî zêde bûne.

Leave a Reply

Back to top button