Li Tirkiyê herî zêde tundiya fîzîkî ya li ser jinê pêk hatiye

Platforma Emê Cînayetên li dijî Jinan rawestînîn û Meclisa Jinan ê li Tirkiyê, rapora xwe ya meha Nîsanê ragihand ku tundiya li dijî jinan ji berê zêdetirbûye. Platformê diyar kir ku 41 jin rastî tundiya fîzîkî û 18 jî yê piskolojî hatine.

Platforma Emê Cînayetên li dijî Jinan rawestînîn û Meclisa Jinan li Tirkiyê, li gor serlêdanên ku jinan ji wan re kirine, rapora meha Nîsanê eşkere kirin.

Platformê, diyar kirin ku jimara jinên ku ji ber tundiyê serdana wan kirin ji berê zêdetir bûne.

Herî zêde jinan ji Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mersîn, Edene, Entalya û Kocaelî yê hawar xwe gihandine wan.

Platformê da zanîn ku ji 28 bajarên cuda yên Tirkiyê jinan ji ber tundiyê serlêdan kirin.

Ji sedî 55 jinan li xeta me ya germ gerayîn.

Ji sedî 60 kes bûne şahidê tundiya li dijî jinan.

Herî zêde tundiya fîzîkî pêk hatiye.

Tundiya li ser medya civakî li dijî jinê jî bêtir bûye.

Bîlançoya jinên ku rastî tundê hatine û serlêdan kirine di meha Nîsanê de jî wiha ne:

41 tundiya fîzîkî,

18 tundiya piskolojî,

12 tundiya aborî yan jî daxwaza alîkariya aborî,

11 tundiya li ser medya civakî

4 tundiya zayendî

4 alîkariya ji bo doza cînayeta jinan

10 jî ji derveyî sedemên tundiyê hatine kirin.

Back to top button