”Pariyê em dixwin bi malbatên xizan û koçberan re jî parve dikin”

Çanda belavkirin û guhertina xwarinê di meha Remezanê de heya, heta niha jî ev çand bi keda dayikan zindî ye. Dayik dixwazin ku çanda jiyana komînal ji wiha zêdetir pêş bikeve û têkiliyên civakî werin parastin.

 

Meha Remezanê meheke pîroz e.

Di vê mehê de tişta herî zêde bala mirovan dikşîne ew e ku beriya fitaran her malek ango dayikek çi xwarin li mala xwe çêkiribe ji cîran û kesên xizan re dişîne.

Beriya fitaran di kolanan de dîmenekî pir xweş tê dîtin ew jî kêliyên ku dayik û zarok xwarinê li hev belav dikin.

Dema ku mirov vê tevgerê dibîne dizane ku tenê jin dikare gelek çandan biparêze û bide jiyîn, çanda belavkirina xwarinê jî yek ji wan çandan e.

Dayikên Navçeya Til Temirê jî vê çandê zindî dihêlin.

Derbarê mijarê, dayikên ku xwarinê çêdikin û belav dikin axivîn.

Newroz Şêxmûs ku beriya fitaran bi çend saetan dest bi amadekariya xwarinê dike dibêje:

Bi hêviya ku di vê mehê de daxwazên me yên rizgarkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk were.

Daxwaza me ew e ku hevaltî û têkiliyên civakê baştir bibe û bê parastin.

Newroz diyar kir ku keda jinê wate û rih dide civaka ku ji ber kapîtalîzmê ji civakbûyînê derketiye û wiha pê de çû:

Piştî ku ez xwarinê amade dikim, li malbatên xizan û koçberên Serêkaniyê ku li Til Temirê bi cih bûne belav dikim.

Guhertina xwarinê rengîn dibe, em û cîranê xwe ji heman xwarinê dixwin.

Mihdiya Mihemed a xwarinê dibe ji cîranê xwe re got:

Ez niha xwarinê ji malbateke xizan re dibim, meha rojiyê meha xêrê ye.

Hin malbatên xizan derfetên wan tune ye ku pêwîstiyên xwe cih bînin.

Dema ku mirov xwarinê ji wan re dibe dilê wan xweş dibe û kenekî ji dil li ser lêv û rûyê wan tê der, ev tenê bes e ku mirov bikaribe bi rihetî xwarinê bixwe.

Back to top button