DIVÊ GELÊ KURD LI HEMBERÎ GEFÊN ERDOGAN YEKRÊZIYA XWE AVA BIKE

Hêz û saziyên Kurdan ên li dervayî welat wê roja 15’ê Kanûnê li Brukselê der barê gefên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî û yek-rêziya Gelê kurd li hev bicivin.

Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar jî têkildarî mijarê axivî û got:

Gefxwarinên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmêm bi ewle yên Bakurê Sûrî em şermezar dikin.

Divê Gelê kurd li dijî gfên dewleta Tirk yekrêziya xwe ava bike.

Hêz û saziyên Kurdan ên li welêt û derveyî welêt, wê roja 15’ê Kanûnê li Brukselê derbarê gefên Erdogan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî û yek rêziya Gelê kurd li hev bicivin.

Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar jî têkildarî mijarê ji Ajansa Firatê axivî.

Zubeyîr Aydar got:

Em hewldan û daxuyaniyên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin.

Bê helwest bûna Emerîka li dijî gefxwerinên Erdogan li ser herêmên bakurê sûrî cesaretê dide Tirkiyê ku van daxuyaniyan bide.

Divê Gelê kurd li dijî gfên dewleta Tirk yekrêziya xwe ava bike.

Zubeyîr Aydar bi bîr xist, ev gefxwarinên Erdogan di demeke de tê ku nuqteyên çavdêriyê hatine avakirin û wiha anî ziman:

Sedema herî girîng a gefên Erdogan ‘dijminatiya li Kurdan’ e:

Sedema duyemîn jî pêşketinên şervanên QSD’ê li Dêra Zorê ne.

Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar axaftina xwe wiha bi dawî kir:

Leave a Reply

Back to top button