Li Minbicê piştî çend rojan wê çinîn dest pê bike

Li Minbicê jî piştî çend rojan wê çinîn dest pê bike û heta niha 210 ruxset hatine dayîn

Li bajarê Minbicê jî kêmek maye ku cotkar amadekariyên xwe bi dawî bikin.

Saziya Çandiniyê ya Minbicê ji bo cotkaran gelek xizmet pêşkêş kirine û 210 ruxset dan.

Mazot jî wê li ser sê beşan, her carê 2 hezar û 500 lître bi 75 L.S were belav kirin.

Têkiladrî mijarê endamê Saziya Çandiyê ya Minbicê Mihmed Elî diyar kir ku mûsimê îsal başe û di rojên pêş de jî wê dest bi çinînê bikin.

Cotkarên Til Hemîsê hêvî dikin mûsimê kemûnê baş be

Cotkarên kemûnê jî li navçeya Til Hemîs ya kantona Qamişlo ku herdû salên borî gelek zirar dîtin, hêvî dikin ku îsal berhemê hilberînê baş e.

Endezyarê çandiniyê Elî El-Berho û hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Til Hemîsê behsa girîngiya çandina kemûnê kir û diyar kir ku roleke girîng di hilberandina azotê ya bi sûd ji axê re dilîze.

El-Berho da zanîn ku îsal bi rêjeya ji sedî 5 ji zeviyan bi kemûnê hatine çandin.

2018’an, 152 hezar hektar ji zeviyên Kemûn telef bûn û ji sedî 40 zirar gihişt zeviyên herêmê.

2019’an jî ji ber barana zêde, gelek zeviyên kemûn û ceh telef bûn.

Back to top button