Li Sûrî kesek din bi Corona ket û hejmara giştî bû 45 kes

Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Şam ragihand ku kesek din bi vîrûsa Corona ketiye.

Wezareta tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku kesek din li herêmên di bin kontrola wan de bi vîrûsa Corona ketiye.

Bi vê rewşa nû re jimara kesên li herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamdê de gihişt 45’an.

Ji van 27 kes baş bûne û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha Serokê hikumeta Şamê Beşar El Esed jî diyarkiribû ku xemsariyek biçûk ya ji ber vîrûsê wê karasetên mezin bi xwere bêne.

Esedê ku ev yek aniyê ziman heta niha ji bajarên ku di bin kontorla wê de, bi rêya balefiran kesan derbasî Qamişlo dike.

Back to top button