Mistefa EL-Kazimî yê ku ji bo avakirina hikûmeta Iraqê hatiye erkdarkirin lîsteya navên wezîrên xwe, pêşkêşî parlamentoyê kir.
EL-Kazimî îro lîsteya navên wezîrên xwe ku di hikûmetê de cih bigrin, şand parlamentoyê.
Li gorî biryarê, wê îşev di saet 21.00’an de Parlamentoya Iraqê deng ser hikûmeta Mistefa EL-Kazimî bide.
Li gorî medya Iraqê, wê li Parlamentoyê her namzet bi rengek cuda bikeve dengdanê.
Li ser hinek navan jî nakokî hene û dibe ku dengdan li ser wan neyê kirin.
Niha li ser wezaretên Xwendina Bilind, Koç û koçberan, Eletirîk û Peywendiyan, nakokî hene û aliyan li ser li hev nekirine.
Di ava çend mehan de, piştî binketina du kesan EL-Kazimî kesê 3’emîn e ku ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatiye erkdarkirin, lê bi qasî piştevanên wî, dijberên wî jî hene.
Di 9’ê Gulanê de dema qanûnî ya EL-Kazimî ya ji bo avakirina hikûmetê bi dawî dibe.