Pompeo: Divê Îran bi temamî ji Sûriyê derkeve

Duh, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, careke din banga derketina Îranê ne tenê ji başûrê Sûriyê.. lê belê ji Sûriyê bi giştî kir.

Pompeo bi daxuyaniyeke çapemeniyê hişiyarî da hemû kesên li Sûriyê ku bi Feyleqa Pasdarên Îranê re danûstandinê nekin.

Wezîrê Amerîkî got:

“Me Rûsya û rejîma Esed agahdar kiriye ku divê Îranê ji Sûriyê derkeve û êdî li gelê xwe miqatebe.”

Tê zanîn, Îsraîl û Amerîka bi awayekî zêde zextê li civaka navdewletî dikin da ku hêzên Îranî ji tevahî xaka Sûriyê derxînin.

Berî niha jî, Nûnerê Amerîka yê taybet bo Sûriye James Jeffrey, banga derketina hemû hêzên biyanî ji Sûriyê kiribû.

Ji bo Amerîka jî, Jeffrey, diyarkiribû ku “welatê wî li Sûriyê bimîne, heya çeteyên DAIŞ’ê bi dawî bibin”.

Back to top button