Hikumeta Îsraîlê partiya Netanyahu û ya Şîn-Spî hikumeteke hevbendî ava kir

Piştî têkçûna hilbijartinên 3 caran, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu û Serokê partiya Şîn-Spî ya rastgir Benny Gantz, li ser avakirina hikumeteke hevbendî li hev kir. 

Li gorî vê li hevkirinê, wê 18 mehên destpêkê Netanyahu weke Serokwezîr bimîne û Gantz jî bibe alîkarê wî, paşê wê guhertinan erkan çêbibe.

Hate ragihandin, piştî vê lihevkirinê, Dadgeha Bilind jî hikumeta hevbendî pejirand.

Dadweran diyar kir ku “tevî lihevkirina herdu aliyan gelek astengiyên qanûnî çêdikin jî, lê “ne guncaw e” destwerdan were kirin.

Tê zanîn, di nava salekê de, ev 3 car in, hilbijartinên Kinêsta Îsraîlî pêk tên, lê bê encam digihan serî..

Ev lihevkirin di wextekî de tê ku “Netanyahu dixwaze çavan ji ser sûcên xwe yên gendeliyê, bide alî”.

Back to top button