Li Cîhanê bi dehhezaran xebatkarên tenduristiyê bi Vîrûsê ketine

Yek ji kesên ku rasterast bi vîrûsê re rû bi rû ne û metirsiyeke mezin li ser jiyana wan heye, xebatkarên tenduristiyê ne. Li gorî Konseya Hemşîreyên Navnetewî (CII) ku li Cinêvê ye, bi deh-hezaran xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketine.

Birêveberê Giştî yê konseyê Howard Catton diyar kir ku di destê wan de tenê agahiyên fedarasyonên endam ên li 30 welatî hene, daneyên ku hikûmet didin û yên di çapemeniyê de têne parvekirin.

Catton anî ziman “li tevahiya cîhanê li ser 3 milyon û 500 xebatkarên tenduristiyê, gumana vîrûsê heye û yên pêketî, dibe ku 200 hezar bin.”

Howard Catton ragihand “gelek hikûmetan agahiyên der barê xebatkarên tenduristiyê nedane hev, rayedar rastiyê ji nedîtî ve tên” û got ‘ev ne normal e”.

Li gorî WHO’yê jî, li 193 welatan, 22 hezar xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketine.

Back to top button