30 kes li ٍSûdanê hatin kuştin

Hikûmeta Sûdanê ragihand ku, duh di pevçûna navbera 2 êlan li bajarê Darforê de, 30 kesî jiyana xwe ji dest da. 

Li gorî agahiyan, ji ber diziya pez, pevçûn di navbera êla El-Rezîqat a (Erebî) û êla El-Falata ya (Afrîkî) derket.

Ji ber pevçûnê, 30 kes hatine kuştin. Piştî vê pevçûnê, Waliyê Başûrê Darfor Haşim Xalid, leşker û maşîneyên leşkerî şand herêmê.

Ev herêm di nava nakokî û aloziyê de ye, piştî sala 2003’an komek kêmnetew a Afrîkî li Herêma Darfor, çek rakiriye û li dijî hikumeta Xertûmê şer dike.

“NY” jî ragihandibû ku ji ber van nakokî û aloziyên li herêmê, 300 hezar kes hatine kuştin, her wiha 2 milyon û 5 hezar kes jî neçarî koçberiyê bûne.

Back to top button