“Yekitî daxwaza Xwedê ye, parçebûn daxwaza neyaran e”

Platforma Olên Mezopotamyayê têkildarî aloziya li Zînî Wertê daxuyaniyek da û bal kişand ser yekitiya gelê Kurd.

Platforma Olên Mezopotamyayê der barê aloziya li Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke niviskî weşand.

Platformê diyar kir ku bi salane ji bo azadiya welat li dijî neyranên hov li ber xwe didin û wiha got:

Neyarên me hemû cureyên zilm û zordariyê li ser me pêk anîn û hê jî pêk tînin.

Dijminên me di serî de dewleta Tirk, Iraq, Suriye û Îran nabêjin ev Kurmanc in, Kurd in, Lor in, Kelhor in, Soran an jî Goran in.

Di heman demê de nabêjin ev misilman e, êzidî ye, feylî ye yan jî elewî ye.

Ji lewma divê em li dijî dijminan bibin yek deng û yek kulm.

Platforma olên Mezopotamyayê: Pêwîste em yekrêziya xwe xurt bikin

Platformê daxuyakirin ku dijminên gelê kurd ji bo derxistina fitneya di nava kurdan de her dinava hewildanan de ye û wiha domand :

Neyarên me dixwazin, di nav me de fitnê û fesadiyê çêbikin.

Pêwiste me bi yek dengî heye.

Divê hişyar bin û li dijî leyistikên qirêj û gemar derkevin.

Berovajî vê fîtnê, yekîtiyekî mayînde bi cîh bikin û yekrêziya xwe xurt bikin.

Platforma olên Mezopotamyayê: Li Zînê Wertê pêwîste xwîna Kurdan bi destên Kurdan neyê rijandin

Platforma Olên Mezopotamyayê daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir:

Li Zînê Wertê pêwîste xwîna kurdan bi destên kurdan neyê rijandin.

Em bang li hemû aliyan dikin û dibêjin “Kurdistan yek e, Kurd yek milet e, Kurdan bi hemû rengên xwe ve yekitî ava kirine.

Back to top button