Navenda Tenduristiyê ya Girkê Legê bê pere şêniyan derman dike

Navenda Tenduristiyê ya Girkê Legê bê pere xizmeta şêniyan dike û di rewşa Corona de jî saetên karê xwe zêde kirin.

Ev navenda tekane ya li navçeya Girkê Legê û gundên wê ye.

Di navendê de 15 bijîşk û hemşîre kar dikin û bê pere nexweşan fehs dikin û derman didin wan.

Li navendê beşên nexweşiyên hundirîn, jin, zarok, destwerdana lezgîn, laşmanya û dermanxane hene.

Piştî derketina vîrûsa Corona navendê saetên karê xwe zêde kirin.

Her wiha bi koordîneya bi rêveberiya Tenduristiyê ya Herêma Dêrikê re bernameya nobetdariyê danî û bijîşkên pispor ên navçeya Girkê Legê bi nobetdarî di navendê de nexweşan venêrîn dikin.

Navendê rojên Duşem û Sêşemê jî ji bo aşlekirina zarokan diyar kiriye.

Bijîşk Medya Berekat dest nîşan kir ku navendê bar şêniyan gelekî sivik kiriye.

Back to top button