Çete mal û dikanên şêniyên navçeya Şiyê ya Efrînê desteser kirin

Li Efrînê, Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên dermirovî didomin. Çavdêriya Sûrî ragihand ku çete mal û dikanên şêniyên navçeya Şiyê desteser dikin, li Efrînê jî baceyên nû ferz dikin.

Çavdêriya Sûrî a mafê mirovan ragihand ku çeteyên dewlet Tirk a dagirker, mal û dikanan şêniyên navçeya Şiyê ya Efrînê desteser kirin.

Çete bi armanca belavkirina mal û dikanan li ser çeteyên xwe, desteser kirin.

Li heman navçeyê jî, ji bo standina 2000 dolar ji kûrê wê, çete gefa derxistinê ji malê, li jinek temenmezin kirin.

Çeteyên li Efrîn û navçeyên wê baceyên nû ferz dikin

Li bajara Efrînê jî, bi behaneya ku nirxê dolar bihabûye, çeteyan baceyên din li ser şêniyên Efrînê yên resen sepandin.

Çavdêriyê da bû zanîn ku li navçeya Şiyê ya Efrînê çete li ser mewsima pela rezan 15% bace sepandibû.

Back to top button