Li Serê Kaniyê hêrsa xelkên bajêr bilind dibe

Li herêmên bakurê sûrî ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin, nearamî serwer e. Çeteyên Dewleta Tirk li Serê Kaniyê ketin mala kesekî, ew kuştin û mala wî talan kirin. Ji ber vê yekê jî bertekên li dijî dagirkeriyê zêde dibin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, ragihand ku di nabvera xelkên bajarê Serê Kaniyê û çeteyan de nakokî derketin.

Xelkên bajêr xwestin ku hêzên leşkerî ji bajêr derkevin û xwe li gundewarê bajêr bi cih bikein.

Her wiha ev demeke ji ber kiryarên çeteyan li herêmê nakokiyên navbera şênî û çeteyan de derdikvin.

Tevî vê yekê jî çeteyan jî sivîlê bi navê Mehmûd Ehmed Selame ku bi navê Ebû Elaa kuşt û termê wî jî avêt kolanekê bajêr.

Ebû Elaa ji roja duşemê ve windayî bû.

Di êrîşa ser gundê Evdiko 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn

Her wiha dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Evdiko yê li rojavayê Girê Spî bi dijwarî topbaran dike.

Di encamê de, 2 leşkerên hikumeta şamê jî birîndar bûn.

Topbaran heta amadekirina vê nûçeyê jî dewam dikir.

Back to top button