Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de nêzî 2 hezar kes bi vîrûsa Coronayê ketine û 57 kes jî mirine.
Li Tirkiyê bîlançeya vîrûsa Coronayê her ku diçe zêde dibe.
Li gorî daneyên dawî yên wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca parvekirine, di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 57 kesên din ji ber nexweşiya vîrûsê mirine û hezar 977 kesên din jî bi nexweşiyê ketine.
Tevî van daneyên dawî,li Tirkiyê jmara kesên bi vîrûsê ketine nêzî 134 hezarî bûye, ji wan 3 hezar û 641 kes jiyana xwe ji dest daye.