Çeteyên DAIŞ’ê êrîşek li çolistana navbera Hums û Dêra Zorê de li dijî leşkerên hikûmeta Şamê pêk anî û 11 leşker hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro çeteyên DAIŞ’ê êrîşî leşkerên hikûmeta Şamê kir li herêma di navbera El-Sexna ya Humsê û El-Şûla ya Dêraza Zorê.
Di encama êrîşê de 11 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
Di 9’ê nîsana çûyî jî çeteyên DAIŞ’ê li çolistana bajarê El-Sexna êrîşek li dijî nuqteyên leşkerên hikûmeta Şamê pêk anîbû û 27 leşker hatibûn kuştin.
Tevî çeteyên DAIŞ’ê ê di herêmên bakur û rojhilatê welêt de hebûn û hêza xwe ya leşkerî hinda kiriye, lê ji demek heya demekê êrîşî nuqteyên hikûmeta Şamê li herêmê dikin,