Artêşa Lîbî embarên çekên Çeteyan li bû qerîn kirin armanc

Artêşa Lîbî ragihand ku “pergala wan a asmanî jimarek embarên çekan ên çeteyên dewleta Tirk li gundê Bû Qerîn li rojhilatê bajarê Misratayê wêran kirin. 

Duh, Odeya Ragihandina Şer a artêşê diyar kir ku “Artêşa Lîbî, rêzêrîşên asmanî li ser embarên çek û cebilxaneyên çeteyan li Bû Qerîn pêk anîn.

Odeyê got, artêşê her wiha çewilikine ku bûne navendên çeteyan li devera Qedahiya li başûrê heman gundî jî kirin armanc.

Li gorî çavkaniyên leşkerî, vê dawiyê çekên Tirkî yên pêşketî ji bo van navendan hatibûn şandin.

Ye dest bi operasyona “Erini” ya qedexekirina çekan kir

Girêdayî mijarê, duh YE “operasyona Erini” ya çavdêriya qedexekirina çekan bo Lîbyayê, fermî da destpêkirin.

Duşemê jî, operasyonek deryayî bi beşdariya gemiyek Fransî û balafireke Luksemburgê pêk hatibû.

Back to top button