Kneesset ji bo avakirina hikûmetê erk da Netenyahu

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku serokê welêt Rivlin, serokwezîr û serokê Partiya Likud Benjamin Netanyahu ji bo avakirina hikumeta nû erkdar kiriye. 

Netanyahu piraniya dengên endamên Kneeset, ango merca qanûndanînê ya Îsraîlê girt û vê yekê hişt ew ji bo avakirina hikûmeta nû were erkdarkirin.

Li gorî rojnameya Îsraîlî Yedioth Ahronoth (, 4 partî di nav de partiya Likud a Netanyahu, ji bo avakirina hikumeta nû ji dest Netanyahu derxin, civiyabû.

Lê Dadgeha Bilind a Îsraîlê li dijî vê hewldanê derket, tawanên li dijî Netanyahu red kir û destûr da ku erka avakirina hikûmeta nû bigire.

Tê zanîn, duh serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu û Serokê partiya Şîn-Spî ya rastgir Benny Gantz, li ser avakirina hikumeteke hevbendî li hev kiribûn.

Back to top button