Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, 68 kesên din mirin

Ev 2 roj in li Başûrê Kurdistanê ti kes ji ber vîrûsê nemiriye.

Û ti rewşên nû yên pêketiyan jî nehatine tomarkirin.

Li gorî daneyên herî dawî jî, tenê 43 nexweş di bin çavdêriyê de mane.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hîna vîrûs bilez belav dibe…

Rayedarên dewleta Tirk ragihand ku “di 24 saetên dawî de, 57 kesên din ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest daye”.

Bi vê daneya nû jî, heya niha nêzî 134 hezar kes bi vîrûsê ketine û derdora 3 hezar û 650 kes jî
mirine.

Li Tirkiyê girtîgeha sîlîvriyê 44 kes bi Coronayê ketine

Herwiha Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ragihand, li Girtîgeha Sîlîvriyê 44 girtî û hikumxwar bi vîrûsa koronayê ketine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tedawiya 40 girtiyên bi vîrûsê ketine li girtîgehê, 4 girtiyan jî li li nexweşxaneyê dewam dike.

Ev yek jî ecamê polîtîkayên xemsar ê dewleta Tirk ya li ser girtîgehan e.

Li Rojhilatê Kurdistanê û seranserî Îranê jî, li gorî daneyên duh, 68 qurbanên nû hene û hezar û 485 kes nexweş ketine.

Back to top button
Close
Close