Li Dêra Zorê çeteyekî DAÎŞ’ê hat girtin

Li Dêra Zorê şervanên QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî endmekî şeneyek DAIŞ’ê girt û hîn lêgerîna li endamên din dewam e. Li kampa Holê jî Asayîşê depoyek madeyên şewatê dît û 2 jinên DAIŞ’î girtin. Çavdêr dibînin ku xeteriya DAIŞê roj bi roj zêdetir dibe û heya dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî nebe wê DAIŞê jî tune nebe. 

DAIŞ wê hîna bigihêje ku…?

Di wextekê de ku herêm bi tedbîrên pêşîgirtina belavbûn vîrûsê mijûl e, şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ranazên..

Li bajarê Bisêra ya Dêra Zorê, Yekîneyên Antî Teror (YAT) bi koordîneya hêzên koalîsyona Navneteweyî, nuqteyek şaneyên veşartî dorpêç kir.

Li gorî çavkaniyeke leşkerî, endamekî şaneyê hate girtin û niha li yên digirin.

1’ê Gulanê jî, li Dêra Zor û Reqayê 5 çeteyên DAIŞê hatibûn girtin.

Kampa Holê hêzên ewlekariyê depoyeke madeyên şewatê dît

DAIŞiyên girtî jî, ji yên berdayî xerabtir in û metirsiya wan hîna bêhtir e..

Duh Asayîşa Kampê depoyeke madeyên şewatê dît û tê de 70 şûşeyên benzîn û alkolê hebûn.

Her wiha, 2 jinên DAIŞ’î yên Mexrîbî ku xwe di depoyê de veşartibûn, hatin girtin.

Bi qasî hat zanîn, ev made ji bo çêkirina bombeyên şewatê ango “Molotov” bi kar tînin.

Di 10 rojên dawî de jî, 2 depoyên van madeyan li beşê jinên DAIŞ’ê yên kampa Holê hatibûn dîtin.

Michael Robin: Heya Tirkiye li ser xaka Sûriyê be, DAÎŞ tune nabe

Civaka Navneteweyî jî, ji bo avakirina dadgeheke navdewletî xmesar e û vegera çeteyên DAIŞ’ê ji bo welatên wan, rageşiyeke mezin dibîne.

Berpirsê berê yê Pentagonê Michael Robin vê mexsariyê rexne dike û dibêje:

Eger girtiyên DAIŞ’ê birevin, wê yekser biçin Tirkiyê, yan jî herêmên Sûriyê yên dagirkirî.

Eger xwe gihandin Tirkiyê an jî hêzên girêdayî wê, dê careke din werin biçekkirin û ji bo qadên şer ên Sûriye, Iraq an jî Lîbyayê werin şandin.”

Robin tunebûna DAIŞê jî bi bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk ve girêda..

Back to top button