Li paytexta ÎranTehranê, bi pileya 5.1 erd hejiya. Di encamê de, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 23 jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, li herêma Demavand a paytextê, saet derdora yekê şevê bi pileya 5.1 erd hejiya.
Hate ragihandin ku erdhej bi 7 kîlometreyan li binê erdê pêk hatiye.
Berdevkê Saziya Servîsên Lezgîn a Îranê Mucteba Halîdî diyar kir ku piştî rûdana erdhejê, tîmên destpêkê yên alîkariyê çûne herêmê û da zanîn ” 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 23 kes jî birîndar bûne. ”
Şêniyan jî ji tirsa çêbûna erdhejeke din, şeva xwe li derve derbas kir.