Bi destpêkirina belavbûna vîrûsa corona re, desthilatdariya Tirk qanûna Înfazê di meclisê re derbas kir û li ser hat erêkirin. Lê divê qanûnê de girtiyên siyasî cih nagrin.
393 jinên rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û aktivîst li dijî vê qanûnê, metneke hevpar îmze kirin.
Jinan xwestin ku ne-wekheviya di qanûna înfazê de were rakirin, ji bo parastina mafê jiyanê û tenduristiyê yê girtiyan bang kirin.
Jinan gotin:
Nexasim agahiyên ku ji girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kandirayê tên fikaran çêdikin, ku Gulten Kişanak, Sebahat Tuncel, Selma Irmak, Çaglar Demîrel, Fîgen Yuksekdag û gelek siyasetmedarên jin lê girtî ne.
Cihên ku girtî û hikimxwar lê dimînin nayên paqijkirin, alavên paqijiyê nadin wan, maske û lepikan belav nakin.
Di daxuyaniyê de daxwaza girtina tedbîrên li dijî vîrûsa corona hat kirin û hat xwestin ku rewşa girtiyan were başkirin.