Li Minbicê tundiya li dijî Jinê hat şermezar kirin

Meclisa Jinê ya Minbicê bi daxuyaniyekê tundiya li djiî jinan şermezar kir û banga têkoşîna li dijî tundiyê kir.

Endamên Meclisa Jinê ya Minbicê ji bo balê bikşîne ser tundiya li dijî jinan, li ber avahiya meclisê kom bûn û daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya Meclisê wiha ye:

Di demên dawî de tundî, kuştin û bê-mafiya li hemberî jinan zêde bûye.

Kuştin binpê-kirineke li djiî jiyana jinê ye.

Divê her kes li dijî van sûcan bisekinin û kesên li pey van sûcan, sewqî dadgehê bikin da ku li gorî qanûnê were darizandin.

Li hemberî her bûyerek bi tund li dijî jinan em dengê xwe bilind dikin.

Em sûcê kuştina jinan red dikin û emê şerê çanda tundiyê di civakî de bikin û tedbîrên pêwîst ji bo parastina jinan bigirin.

Back to top button