Li Başûrê Kurdistanê ku ev du rojin, ti rewşên nû nayên tomarkirin, wê mizgeft jî êdî werin vekirin. Her wiha li Îranê jî li gorî rojên berê, jimareke kêm a kesên ku jiyana xwe ji dest didin, hat tomarkirin.
Ev 2 roj in li Başûrê Kurdistanê ti rewşên nû nehatine ragihandin.
Li gorî daneyên herî dawî jî, tenê 43 nexweş di bin çavdêriyê de ne
Yek ji tedbîrên pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsê, girtina mizgeftan ku bi hezaran kes li kom dibin bû.
Li Başûrê Kurdistanê jî ev yek pêk hatiye.
Lê Wezareta Ewqaf û karûbarên Olî ya Başûrê Kurdistanê, ragihand wê mizgeft ji roja duşemê ve li gorî şert û tedbîrên parastinê, werin vekirin.
“Divê ji pêla duyemîn a vîrûsê baldar bin”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û bi taybet li girtîgehan vîrûs hîna jî belav dibe.
Li gorî daneyên fermî yên ku rayedarên desthilatdariya Tirk dane heta niha zêdeyî,133 hezar û 721 kes bi vîrûsê ketine û zêdeyî 3 hezar û 641 kes jî mirine.
Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr bal kişand ser pêvajoya sistkirina tedbîrên li dijî vîrûsê û got:
Divê her kes li vîrûsê baldar be û ji bo pêla duyemîn, divê hîn bêtir gavên ji bo parastina tenduristiya xelkê were avêtin.
Karkerên Tirkiyê yên li Tanzanya: Werin me ji vir bibin
Nêzî 2 hezar karkerên Tirkiyê ku ji bo çêkirina rêhesinê şandine Tanzanyayê, ji ber corona, bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne.
Karkeran bang li rayedarên dewleta Tirk kirin û gotin:
“Rojek berî rojekê werin me ji vir bibin.”
Jinan daxwaza guhertina qanûna înfazê kir
Qanûna îfnazê ya ku girtiyên siyasî jê sûd wernegirtin, weke qanûna cihêkarê tê navkirin û rastî bertekan tê.
393 jin ku di nav wan de rewşenbîr, nivîskar, nûçegihan, akademîsyen û atkivîst hene daxuyaniyek hevpar amadekirin û xwestin ku newekheviya di qanûna înfazê de were rakirin, ji bo parastina mafê jiyanê û tenduristiyê yê girtiyan bang kirin.
“190 hezar girtî di girtîgehan de bi metrisiya vîrûsê re di metirsiyê de ne”
Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel jî da zanîn ku 190 hezar girtî bi metirsiya vîrûsê re rûbirû ne û xwest Meclîs vê yekê lêkolîn bike.
Li Îranê jimareke kêm a miriyan a tomarkirin
Li Îranê jî li gorî rojên berê, jimara pêketiyan zêde bû û ya kesên jiyana xwe ji dest dane jî kêm bû.
Li gorî daneyên desthilata Îranê, di nava 24 saetên borî de, hezar û 556 kes bi vîrûsê ketin û 55 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Bi giştî heta niha li Îranê, 104 hezar û 691 kes bi vîrûsê ketine û 6 hezar û 541 kes mirine.