Di 3 mehan de zêdeyî 10 hezar leşkerên Tirk derbasî Sûriyê bûne

Di 3 mehan de hejmara alavên leşkerî yên dewleta Tirk ku derbasî Idlibê bûne zêdetirî 6 hezar û 465 e, her wiha hejmara leşkeran jî zêdetirî 10 hezar û 300 leşkerî ye. Nûnerê taybet yê Amerîka ji bo aloziya Sûriyê James Jeffrey diyar kir ku destwerdana Amerîka, dewleta Tirk û Îsraîlê di Sûriyê de bondara Rûsyayê li Sûriyê asteng kir. Jeffrey gotinên xwe yên berê dubare kir ku ew dixwazin hêzên piştî 2011’an hemû ji Sûriyê derkevin û armanca wan derxistina Îranê ye.

Dewleta Tirk a dagirker kar û xebatên mayîndekirina dagirkeriya xwe li Sûrî didomîne.

Vê sibehê dîsa dewleta Tirk a dagirker karwanek leşkerî di dergeha Keferlosîn re derbasî xaka Sûrî kir û ber bi noqteyên Tirkiyê li herêma qaşo bê çek ve bir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihadin ku hejmara alav û erebeyên leşkerî ku ji dema 2’yê Sibata 2020’an heta niha derbasî herêmê bûne gihişt zêdetirî 6 hezar û 465 alav û erebeyên leşkerî ji tank, loderên leşker, panzêran, mewziyan dijî guleyan û radarên leşkerî.

Her wiha ragihand ku hejmara leşkerên dewleta Tirk ku li Idlib û Helebê di wê demê de belav bûne zêdetirî 10 hezar û 300 leşker e.

Jeffrey: Amerîka, Îsraîl û Tirkiyê Rûsya asteng kir

Ji milê siyasî ve jî, Nûnerê taybet yê Amerîka ji aloziya Sûriyê James Jeffrey diyar kir ku destwerdana Amerîka, dewleta Tirk û Îsraîlê di Sûriyê de bandora Rûsyayê li Sûriyê asteng kir.

Jeffrey diyar kir ew dixwazin hemû hêzên piştî 2011’an derbasî Sûriyê bûne derkevin û armanca wan derxistina Îranê ji Sûriyê ye.

Têkildarî nakokiyên di navbera Esed û malbata Mexlûf de jî axivî û dest nîşan kir ku ev nakokî girîng e, ji ber ku Ramî Mexlûf li aboriya Sûriyê û ya fermî serwer e.

Derbarê rexneyên Rûsya ji Esed re jî Jeffrey wiha got:

“Em ne piştrast in ka rexneyên Rûsyayê ji Sûriyê re û ji aliyê kesên nêzî Pûtîn ji Esed re bandorê bike. Lê em bi xwe şîretan li Esed dikin. Rûsya, mîna dewletên Amerîkaya Latîn, Ewropa û Rojhilata Navîn bike da ku em Sûriyê di nava hêzên navneteweyî de bidin qebûlkirin. Bi dehan milyar dolan dabîn bikin û ji nû ve avahiyên Sûriyê bidin avakirin. Li gel vê yekê hîn jî em di nava hewldanan de da ku em paşperdeya vê rexneyên Rûsya nas bikin.”

Back to top button