Kehrebe li ser 28 gundên navçeya Zirganê qut kiriye

Di meha Remezanê de , Dewleta Tirk şêniyên 28 gundên navbera Til Temir û Zirganê, bê kehrebe hiştiye.

Li gorî agahiyan, ev nêzî 8 meh in bi destê wê dewletê, kehrebe naghêje wan gundan.

Serokê Saziya Kehrebê ya navçeya Til Temirê Fehid Semîle ji ANHA’yê re diyar kir ku wan hewl daye wê pirsgirêkê çareser bikin, lê hatine armancgirtin.

Heman berpirsî da zanîn ku, wan kehrebe gihandiye 11 gundên başûrê Til Temirê û xebatên wan dewam dikin.

Back to top button